Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 9 milyon û 194 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 9 milyon û 194 hezarî kes bi vîrusê ketin û 474 hezar û 503 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 2 milyon û 388 hezar û 225 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)