• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Karwana Hêvîyê ji malbata Sûrîyeyî re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Îlayê Temsîlkarê Farqînê yê Karwana Hêvîyê derbarê mijarê de destnîşan kir, malbata ku ew ji wan re alîkarî kirine ji 7 nefsan pêk tê û ev malbat ji ber şerê navxweyî ji Heleba Sûrîyê koçî Farqînê kiriye.

Îlay di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir malbata muhacir û feqîr di encama xebata ku di meha Remezanê de hatiye kirin hatiye tespîtkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Cîranên wan hatin xeber dan me û em jî hatin mala malbata muhacir. Bi rastî jî şert û mercên ku ew tê de hewl didan bijîn pir xirab bûn. Di destpêkê de me ji wna re alîkarîya erzaq û xurekê kir. Dû re jî me biryar da ku ji wan re hinek eşyayên malê bistînin. Di vê pêvajoyê de me mal restore kir û cihên ku hilweşîya bûn ji nû ve ediland. Bi saxîya alîkarîyên xêrxwazan me ji malbatê re dolab, mekîna cilan û hinek eşyayên din stand û ji malbatê re teslîm kir. Xweda ji temamê xêrxwazên me razî bit."(ÎLKHA)

 













Bu haberler de ilginizi çekebilir