Li Bahreynê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 21 hezarî
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Bahreynê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan derket 60 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin di encama testên ku hatin kirin de bi 415 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket 21 hezar û 331 kesî.(ÎLKHA)