• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 8 milyon û 923 hezarî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 8 milyon û 923 hezarî kes bi vîrusê ketin û 466 hezar û 901 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Meksîka ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 2 milyon û 330  hezar û 578 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir