Kesê ku endamê DHKP/Cê bû bi bultena sor dihat lêgerîn hat girtin
M.S.D.yê ku endamê DHKP/Cê bû bi bultena sor dihat lêgerîn û tê diyarkirin li karên aborî ya rêxistinê mêze dikir hat girtin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Îzmîrê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; M.S.D.yê ku endamê DHKP/Cê bû bi bultena sor dihat lêgerîn di encama operasyona ku li navçeya Bornovaya Îzmîrê hat lidarxistin de hat girtin.(ÎLKHA)