Li Enqerê operasyona DAIŞê: 8 kesên şikdar hatin binçavkirin
Midûrtîya Ewlehîyê ya Enqerê destnîşan kir di encama operasyonên li tevahîya bajêr li hember DAIŞê hatin lidarxistin de 8 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî hat belavkirin de hat diyarkirin, kesekî ku di operasyonê de hatiye binçavkirin eslê xwe Iraqî ye.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ji bo 2 şikdarên din bên binçavkirin xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)