Li Belçîkayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 9 hezar û 661î
Li Belçîkayê di 24 seatên dawî de 6 kesên din jî ji ber Coronavîrusê mirin.
Li gorî daneyên Serwîsa Tenduristîyê ya Gel a Federal a Belçîkayê li Belçîkayê bi 71 kesên din re Coronavîrusê hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 60 hezar û 100 kesî.
Tê diyarkirin bi mirina 6 kesên din hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê li Belçîkayê canê xwe ji dest dan derket 9 hezar û 661 kesan.(ÎLKHA)