Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 4 milyon û 140 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 4 milyon û 140 hezar û 571 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 870 hezar û 76 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 436 hezar û 124 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 8 milyon û 17 hezar û 241 kesan.(ÎLKHA)