Heta niha li Rûsyayê bi 528 hezar û 964 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin
Îro jî zêdetirî bi 8 hezar û 835 kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 528 hezar û 964 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de li Rûsyayê 119 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 6948 kesî.
Bi hejmara xwe ya pêketîya Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Brezîlyayê tê.(ÎLKHA)