Li Efxanistanê êrîş li mizgeftê hat kirin: 4 mirî 8 birîndar
Li Kabîla paytexta Efxanistanê di wextê nimêja înê de êrîşek hat lidarxistin, melayê mizgeftê jî di nav de 4 kes ji ber êrîşê canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşanqkirin, êrîş li Mizgefta Şêr Şah Sûrî hatiye kirin û di encama êrîşê de melayê camîyê jî di nav de 4 kes canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)