Li Rihayê ji ber erdan di navbera du koman de pevçûn derket. 3 birîndar
Li navçeya Wêranşara Rihayê ji ber lihevnekirina erdan di navbera du koman de pevçûn derket, di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 3 kes birîndar bûn.
Tê diyakirin bûyer li gundê Sepetlîya ku 37 kîlometreyan dûrî Wêranşarê ye pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin pevçûn di navbera du malbatên ku berî niha di nav wan de hisûmet hebû de pêk hat.
3 kesên ku bi guleyan birîndar bûn hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)