Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 7 milyon û 599 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 7 milyon û 599 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/z2zDOrgVMLmeMBwwIhbCBchacAk=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/24/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-7-milyon-u-599-hezari-25b6e86d.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 7 milyon û 599 hezarî kes bi vîrusê ketin û 423 hezar û 885 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Meksîka ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 2 milyon û 89 hezar û 825 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)