• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 78 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Îranê di 24 seatên dawî de 78 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 8584 kesî.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 8584an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 180 hezar û 156 kesî.

Berdevka Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Sîma Sedat  li Tahranê di civîna ku tertîp kir û daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Sedat di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 78 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 8584 kesî û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  180 hezaran û 156 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir