Li Rojhilat kolberek canê xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûn
Hat ragihandin li Kurdistana Rojhilat bi berikên leşkerên Îranê kolberek canê xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûn.
Li gorî raporta Hengawê di 24 seatên dawî de kolberek bi berikên hêzên Îranê canê xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûn.
Kurdên ku di navbera Kurdistana Rojhilat û Başûr de kolberîyê dikin an ji ber şert û mercên giran an jî bi berikên hêzên Îranê canê xwe ji dest didin.(ÎLKHA)