• DOLAR 34.236
  • EURO 37.958
  • ALTIN 2927.608
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 19 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de 989  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 171  hezar û 121 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Rêjeya nexweşên me yên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn zêde dibe. Hejmara kesên ku bi mekînê ve girêdayî ne jî kêm dibe. Ger tevdîr kêm bibe ew ê tehdîd jî zêde bibe."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir