Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 3 milyon û 538 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 3 milyon û 538 hezar û 708 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 3 milyon û 538 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/x9r6GV1a2d8O_WxYOyOxKLAlTKs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/24/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-3-milyon-u-538-hezari-a6c90e1a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 773 hezar û 505 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 408 hezar û 794 û hejmara kesên pêketî jî derket 7 milyon û 201 hezar û 569 kesan.(ÎLKHA)