Saglam:"Guhartina navê Efrînê û astengkirina zimanê Kurdî dê bibe sedema netîceyên nebaş"
Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê rojevê de daxuyanîyek belav kir.
![Saglam:"Guhartina navê Efrînê û astengkirina zimanê Kurdî dê bibe sedema netîceyên nebaş"](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/jigQ2dSvwGT7VW_aD3TdXSL8YoM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/24/saglamguhartina-nave-efrine-u-astengkirina-zimane-kurdi-de-bibe-sedema-neticeyen-nebas-3dfbb76a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Saglam di daxuyanîya ku belav kir de derheqê mijarên mîna; huhartina navê Efrînê, li bajêr rakirina perwerdehîya bi zimanê Kurdî, paketa aborîyê, ciwanîya ku ji eslê xwe dûr dikeve û qanûna baroyan de nirxandinên balkêş kir.
Saglam di destpêka nirxandina ku kir de di bîran xist çawa li li Tirkîyê û tevahîya dinyayê ji ber Coronavîrusê navbir ji perwerdehîya li mekteban re hatibe dayîn û sepana perwerdehîya ji dûr ve hatibe destpêkirin bi heman awayî li Efrînê jî ev sepan hat destpêkirin. Saglam dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: "Di vê heyamê de li Efrînê ji dûr ve bi zimanên Îngîlîzî, Tirkî û Erebî perwerdehî hat dayîn.Lê belê bi zimanê Kurdî ku zimanê tevahîya gelê Efrînê ye ji dûr ve perwerdehî nehat dayîn."
"Guhartin navê Efrîna ku lê exlebe Kurd dijîn û rakirina perwerdehîya bi zimanê Kurdî dê bibe sedema netîceyên menfî û nebaş"
Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir li Efrînê bi zimanên Îngîlîzî, Tirkî û Erebî îmtîhan hatin kirin, lê dîsa bi zimanê Kurdî îmtîhan nehat kirin. Saglam dû re derbarê mijarê de wisa got: "Li gorî agahîyên ku ji teref rayedarên mehelî û rîspîyên herêmê belav kirine ew ê navê Efrînê wek 'Çiqlê Zeytûnê" bê guhartin. Guhartin navê Efrîna ku lê exlebe Kurd dijîn û rakirina perwerdehîya bi zimanê Kurdî dê bibe sedema netîceyên menfî û nebaş. Divê bi eqlê selîm bê hereket kirin û divê sepanên ku dê zirarê bidin bingeha çandî, civakî û qewmî neyên tetbîqkirin."(ÎLKHA)