Di pevçûna ku li Yemenê derket 6 endamên Ensarullah canê xwe ji dest dan
Li parêzgeha Marîba Yemenê di navbera hêzên hikûmetê û Husîyan de pevçûn derket.
Di encama pevçûna ku derket de 6 kesên ku tê diyarkirin endamê Husîyan bûn canê xw eji dest dan.
Li gorî agahîyên ku ji teref rayedarên ewlehîyê ve hatine belavkirin di pevçûnê de 3 leşker jî canê xwe ji dest dan.
Ji ber pevçûn û şerên ku ev bû 5 sal li Yemenê berdewam dikin heta niha bi hezaran însan canê xwe ji dest dan û bi milyonan însan bi qeyrana birçîbûn û mirinê re rû bi rû man.(ÎLKHA)