• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Şirnexê di navbera du malbatan pevçûn: 2 mirî 12 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Cizîrê ji ber sedemeke ku nayê zanîn di navbera zarokan de minaqeşe derket û piştî demekê minaqeşe bû pevçûn. Digel ku malbatên zarokan jî beşdarî pevçûnê bûn bûyer mezin bû û di pevçûnê de çek hatin bikaranîn.

Di encama pevçûna ku derket de 2 kesên bi navê Hacî û Nurettîn Gezme canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê pevçûnê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Walîtîya Şirnexê derbarê bûyerê de destnîşan kir; C.O, M.N.O, Ş.O., C.O, M.G. û S.G. hatin binçavkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir