Li Herêma Kurdistanê ji bo 6 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin
Ji ber ku li Herêma Kurdistanê di hejmara pêketîyên Coronavîrusê de zêdebûn çêbû ji bo 6 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Karên Hundir ê Herêma Kurdistanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di bergaha tevdîrên ku di bergaha micadeleya Coronavîrusê de ji bo 6 rojan qedexeya derketina derve hat îlankirin.
Li Herêma Kurdistanê ji ber Coronavîrusê heta niha 7 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)