Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 2 milyon û 747 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 2 milyon û 747 hezar û 714 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 2 milyon û 747 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/vQlIoksRR2NfMiW-t-SxoXxjNXA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/22/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-2-milyon-u-747-hezari-f989498e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 535 hezar û 238 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 371 hezar û 297 û hejmara kesên pêketî jî derket 6 milyon û 179 hezar û 213 kesan.(ÎLKHA)