Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 6 milyon û 179 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
![Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 6 milyon û 179 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/f9oLd73pMoozq5mFLyqU18BPmhY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/22/li-cihane-hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketin-derket-li-ser-6-milyon-u-179-hezari-360f63d2.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 6 milyon û 179 hezarî kes bi vîrusê ketin û 371 hezar û 297 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Meksîka ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîka ye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 816 hezar û 897 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)