Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 2 milyon û 498 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 2 milyon û 498 hezar û 884 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 490 hezar û 130 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 357 hezar û 471î û hejmara kesên pêketî jî derket 5 milyon û 792 hezar û 314 kesan.(ÎLKHA)