• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 28 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 948  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 158 hezar û 762 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara kesên ku baş dibin zêde dibin. Hejmara kesên ku di lênerîna awarte de ne û bi mekînê ve ne kêm dibe."(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir