Rûsya 450 şervanên ku li Sûrîyê hatin perwerdekirin şand Lîbyayê
Hat ragihandin şervanên ku hatin şandin Lîbyayê dê di nav sefên hêzên General Hafterê ku Xerb û hinek welatên Ereban piştgirî didinê de şer bikin.
Li gorî Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrîyê leşkerên bi pere hatin girtin ji teref şîrketa ewlehîyê ya Rûsyayê ve ji bajarên Raqqa, Hums, Lazkîye û Hasekêya Sûrîyê hatine berhevkirin û hatin perwerdekirin.
Hat ragihandin komeke din a leşkerên ku bi pere hatine girtin ji bo şandina ji Lîbyayê re li Hmeymîmê li baregaha leşkerî ya Rûsyayê amade tên girtin.(ÎLKHA)