Li Meksîkayê di 24 seatên dawî de 424 kes ji ber Coronavîrusê mirin
Hat ragihandin li Meksîkayê di 24 seatên dawî de 424 kes ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 6090 kesî.
Wezareta Tenduristîyê ya Meksîkayê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de 424 kes ji ber Coronavîrusê mirin û bi zêdetirî 2 hezar û 248 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 56 hezar û 594 kesî.(ÎLKHA)