Li Îzmîrê duyemîn car li hember camîyê bêedebî hat kirin
Berî vê du rojan li Îzmîrê ji hoparlorên mizgeftan strana “Çav Bella” hat lêxistin ku doh jî vêcar strana Selda Bagcan ji hoparloran hat lêxistin.
Welatîyên ku wê kêlîyê kişandin vîdeoyê bertekên xwe nîşanî rewşê dan û vîdyoyê di medyaya civakî de parve kirin.
Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Îzmîrê ve hatibû destpêkirin de Banu Ozdemîra ku Alîkara berê ya Serokê Bajara Îzmîrê ya CHPê ya ku dîmenên bêedebîyê li ser medyaya civakî parve kir hatibû binçavkirin.(ÎLKHA)