• DOLAR 34.24
  • EURO 37.171
  • ALTIN 3011.135
  • ...
Li Sûdana Başûr di navbera du eşîran de pevçûn: Bi sedan kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin roja şemîyê li Pîerîya bajaroka Sûdana Başûr di navbera du eşîrên bi navê Lou Nuer û Murle de ji ber lihevnekirina erd û heywanan pevçûn derket.

Di encama pevçûnên ku pêk hatin de ji her du eşîran bi sedan kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Komîteya Xaça Sor û Doktorên ku Sînor Nasnakin ve hatine belavkirin di pevçûna ku derketiye de xebatkarên wan jî canê xwe ji dest dane û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane ji du alîyan nêzî 300î ye.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir