• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam ji bo Mela Emîn Varol peyama tazîyê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji alimên navder ên herêmê Mela Emîn Varolê 90 salî berî vê çend heftîyan bi Coronavîrusê ket û hat rakirin nexweşxanê. Ev bû nêzî 3 hefîtyan Mela Emîn di nexweşxanê de dihat tedawîkirin ku doh ji teref malbata wî ve hat diyarkirin ku Mela Emîn çûye rehma Xwedê.

Piştî karên otopsîyê Mela Emîn Varol ji teref nasên xwe ve ji nexweşxanê hat girtin û li Gorsitana Asrî ya Êlihê ji teref nas û hezkirîyên xwe ve bi diayan hat definkirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamê ku bi xebera wefata Mela Emîn Varol hesîya peyameke tazîyê weşand û di peyama xwe de wisa got: "Min bi xebera wefata Seyîd Mela Emîn Varolê ku ji alimên herêmê ye bihîst û ez xemgîn bûm. Xweda rehma xwe li seydayê me bike û sebrê bide malbat û nasên wî û gelê me."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir