Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 961 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 961 hezar û 385 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 361 hezar û 180 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 325 hezar û 125an û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 999 hezar û 234 kesan.(ÎLKHA)