Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket li ser 325 hezarî
Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha 325 hezar û 125 kes canê xwe ji dest dan.
Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 325 hezar û 325an û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 999 hezar û 234 kesan.
Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê 93 hezar û 533 kes mirin.(ÎLKHA)