• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 7119an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 7119an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 124 hezar û 603 kesî.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 62 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 7119 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  124 hezaran û 603 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir