• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Saglam êrîşên li Efxanistanê û raporta feqîrbûna zêde ya Neteweyên Yekbûyî nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên ku li Efxanistanê li hember sîwîlan tên kirin

Saglam di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir, di wan êrîşên ku li nexweşxane, merasîma cinazê û li sîwîlên ku ji camîyê derdiketin hat kirin de  pîrekên du canî û zarok jî di nav de bi dehan kesên sîwîl hatin qetilkirin û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: " Li welatê ku ji îşxala Amerîka vir ve  bi herba navxweyî û êrîşên NATOyê re micadele tê dayîn  di warê tahlîyekirina leşkerên biyanî de lihevkirin çêbûbû û ji bo  vê yekê gav hatibûn avêtin. Lê belê bi van êrîşên ku li hember sîwîlan tên kirin tê xwestin pêvajo bê sabotekirin.Amerîkaya ku li welatên Mislimanan rijandina xwînê ji xwe re kiriye kar bi çalakîyên hevkarên xwe yên provakatîf ji xwe re kiriye hedef ku pêvajoya vekişînê bide hêdîkirin."

"Em wan êrîşên ku di vê meha mibarek a Remezanê de li sîwîlan hatin kirin telîn dikin"

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew di serî de wan êrîşên ku li Efxanistanê hatine kirin û bi giştî temamê êrîşên ku pê sîwîl tên hedefgirtin telîn dike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: " Ji bo dawî li kaosa ku ji sala 2001î vir ve dest pê kiriye bê anîn û jo bo li welêt îstîqrar hakim bibe  pêwîst e ku aştî bê îlankirin û dawî li fealîyetên çekdarî bê anîn. Sedema sereke a bêîstîqrarî û îşxala li welatên Îslamê nexasim jî ya li Efxanistanê dabeşbûna ji ber îxtîlafan e. Em wan êrîşên ku di vê meha Remezanê de li hember sîwîlan hatiye kirin telîn dikin û ji Xwedê ji wan kesên ku canê xwe ji dest dan rehmet û ji bo wan kesên birîndar şifayê teleb dikin."

Hişyarîya feqîrbûna zêde ya Neteweyên Yekbûyî

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ji ber Covid-19an bi milyonan kes bi birçîbûnê re rû bi rû mane û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Li gorî raporta Neteweyên Yekbûyî ew ê îsal ji ber Covid-19an  34 milyon û 300 hezar kes bikevin binê sînora feqîrbûna zêde. Di raportê de tê diyarkirin ew ê ji sedî 56ê vê feqîrbûnê li Afrîkayê hakim be. Li Afrîkaya ku ji ber dahata gerdûnî ya bêedalet lê feqîrbûn û birçîbûn hakim e û ji ber bêderfetîyan pergala tenduristîyê hilweşîyaye.Ji ber Covid-19 welatên Afrîkayê ber bi felaketeke mezintir ve diçin. Lewra çavkanîyên wê yên aborî kêm in. Ji ber şobê dibe ku digel qeyrana îqtîsadî  pevçûnên civakî derkevin.Ji ber vê yekê divê ew paketên destekê yên gerdûnî yên ku hatibûn destpêkirin bên berfirehkirin."(ÎLKHA)

 

 

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir