Li Brezîlyayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 16 hezarî
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê ve hat belavkirin li Brezîlyayê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 485 kes mirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin li welêt derket 16 hezar û 118an û hejmara kesên ku bi wan re Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 241 hezar 80 kesan.
Di berdewama daxuyanîya wezaretê de hat diyarkirin 94 hezar û 122 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.(ÎLKHA)