Li Rihayê 202 kîlo esrar hat bidestxistin
Li Sêwerega navçeya Rihayê di encama lêgerîna ku hat kirin de di kamyonetekê de 202 kîlo esrar hat bidestxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Rihayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di encama lêgerîna ku li Sêweregê di kamyonetekê de hat kirin de 80 kîlo toz tevde 202 kîlo esrar hat bidestxistin û 2 kesên ku têkilîya wan bi bûyerê re hebû hatin binçavkirin.(ÎLKHA)