Li Hewlêrê Bexçeya Heywanan hat vekirin
Yek ji mezintirîn Bexçeyên Heywanan a Rojhilata Navîn li Hewlêrê hat vekirin.
Li Bexçeya Heywanan a Hewlêrê ya ku li ser 200 donim erd hat sazkirin 180 çeşîd heywan hene.
Dilnîya Selamê rayedarên Bexçeya Heywanan derbarê mijarê de got: “Bexçe li gorî standartên cîhanê hat çêkirin. Tu ferqa vê ji wayên din tune ye. Gelek zêde û cûr heywan hene, dema ku meriv wanan temaşe dike kêfxwe dibe.”
Bexçeya Heywanan li ser Rêbeja Hewler û Koyayê ye.(ÎLKHA)