Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 776 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 776hezar û 99 kesî.
![Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 776 hezarî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/EmsgY8-XvqmtYrqtOaqf1d2AjkE=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/20/hejmara-kesen-ku-bi-coronaviruse-ketibun-u-bas-bun-derket-li-ser-milyonek-u-776-hezari-0902277a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 339 hezar û 252 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 313 hezar û 354an û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 687 hezar û 401 kesan.(ÎLKHA)