• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Li Diyarbekirê 37 kesên ku beşdarî mewlûdê bûn bi Coronavîrusê ketin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Taxa Şehîtlîkê beranmeya mewlûdê hat tertîpkirin û gelek kes beşdarî vê bernamê bûn. Tê diyarkirin ji van kesên ku beşdarî bernamê bûn kesek berî niha bi Coronavîrusê ketîye û ew jî bûye sedem ku 36 kesên din bi Coronavîrusê bikevin.

Piştî mewlûda ku hat dayîn re kesekî ji ber êşa serê xwe, quxik, bêhalîyê serî li nexweşxanê da. Di encama testa ku hat kirin re pê re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Ji ber vê yekê rayedaran xebat dan destpêkirin û di encama xebatên ku hatin re bi 36 kesên din re jî Coronavîrusê hat tespîtkirin.

Kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir