Heta niha li Rûsyayê bi 272 hezar û 43 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ev bû 10 roj li Rûsyayê rojane bi 10 hezar kesî re vîrus tê tespîtkirin.
Îro jî zêdetirî bi 10 hezar kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 272 hezar û 43 kesî.
Li Rûsyayê heta niha 2 hezar û 537 kes ji ber Coronavîrusê mirin û 53 hezar û 136 kesên ku pêketibûn jî baş bûn.
Bi hejmara xwe ya pêketîya Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Îspanyayê tê.(ÎLKHA)