Qayyum hat avêtin li ser 4 şaredarîyên HDPê
Bi qerara Wezareta Karên Hundir ê Tirkîyê serokên 4 şaredarîyên HDPê ji wezîfê hatin girtin û di şûna wan de qayyûm hat avêtin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Seroka Şaredarîya Sêrtê Berîvan Helen, Serokê Şaredarîya Baykanê Ramazan Sarsilmaz, Serokê Şaredarîya Misircê Baran Akgul û Serokê Şaredarîya Îdirê Yaşar Akkuş ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfê hatin girtin.
Di şûna şarêdarên ku ji wezîfê hatin girtin de walî û qaymeqam hatin tayînkirin.(ÎLKHA)