Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 702 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 702 hezar û 724 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 316 hezar û 244 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 302 hezar û 476an û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 511 hezar û 316 kesan.(ÎLKHA)