• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Barzanî ji ber salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyamek weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temamê peyama ku hat weşandin wisa ye:

Li salvegera pencih û heşt saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê da, germtirîn pîrozbahiyê li Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê û tevahiya mamostayên Kurdistanê dikim. Ji bo wan hêviya serfirazî û serkeftina berdewam dixwazim. Bi rêz û pêzanînê ve li hewl û keda wan û li xebat û qurbanîdan û têkoşîna wan ya ji bo perwerdekirin û pêgihandina nifşên Kurdistanê dinêrîn.

Mamostayên Kurdistanê li serdema şoreş û azadiyê da jî herdem pêşengane, rolekê diyar û mezin li perwerdekirin û pêgihandina take kesê Kurdistanê da dîtine û dibînin. Li aloztirîn û dijwartirîn deman de jî destê xwe ji erk û peyama pîroza perwerdeyî û fêrkariyê hilnegirtine û tu demekê nehiştine gedeyên Kurdistanê, bê xwendin bimînin.

Mamosta ku yek ji girîngtirîn çîn û sitûna serekiya pêşketina hemû civakê ne, bi piştrastiyê ve hêjayî jiyan û guzeraniya baştirin û li vê bîranînê de hemû piştgîriyek ji bo mafên wan dûpat dikîn. Spasiya wan dikim, destê wan yê kedkar diguvêşim û pîroz û rûmet bê bîranîna damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir