Heta niha li Rûsyayê bi 252 hezar û 245 kesî re Coronavîrus hat tespîtkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ev bû 9 roj li Rûsyayê rojane bi 10 hezar kesî re vîrus tê tespîtkirin.
Îro jî zêdetirî bi 10 hezar kesî re vîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 252 hezar û 245 kesî.
Li Rûsyayê heta niha 2 hezar û 305 kes ji ber Coronavîrusê mirin û 53 hezar û 530 kesên ku pêketibûn jî baş bûn.
Bi hejmara xwe ya pêketîya Rûsya li cîhanê piştî Amerîka û Îspanyayê tê.(ÎLKHA)