• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 55 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1635  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 144  hezar û 749  kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Hejmara testên me derket li ser milyonekî. Hejmara nexweşên me yên di lênerîna awarte de ne û yên ku entube bûne jî kêm dibin Rêjeya başbûnê jî derket ji sedî 71,8an. Divê em haya xwe ji mesafeya civakî bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir