Li Almanyayê di 24 seatên dawî de 121 kesên din ji ber Coronavîrusê mirin
Li Almanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 7 hezar û 859 kesî.
Li gorî daneyên Enstîtuya Robert Kochê belav kirine li welat hejmara pêketîyan derket 174 hezar û 98 kesî.
Li temamê cîhanê heta niha bi 4 milyon û 417 hezar û 903 kesî re Coronavîrusê hat tespîtkirin û zêdetirî 297 hezar kes jî canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)