Li Brezîlyayê ji ber Coronavîrusê hejmara mirîyan derket li ser 13 hezarî
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Brezîlyayê ve hat belavkirin li Brezîlyayê di 24 seatên dawî de ji ber Coronavîrusê 509 kes mirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin li welêt derket 13 hezar û 10an û hejmara kesên ku bi wan re Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket 185 hezar 838 kesan.
Di berdewama daxuyanîya wezaretê de hat diyarkirin 72 hezar û 597 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.(ÎLKHA)