• DOLAR 34.228
  • EURO 37.94
  • ALTIN 2914.776
  • ...
​Li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 58 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1639  kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 143  hezar û 114 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Hejmara kesên ku di lênerîna awarte de ne cara ewil ket bin hezarekî. Hejmara nexweşên me yên ku baş bûn jî derket li ser 100 hezarî. Divê em maske bi kar bînin û haya xwe ji mesafeya civakî bikin û nekevin cihên qelebalix.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir