Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 4 milyon û 357 hezarî
Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 4 milyon û 357 hezarî bi vîrusê ketin û 293 hezar û 134 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku lê herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye Amerîkaye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 408 hezar û 636 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)