Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser milyonek û 611 hezarî
Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket milyonek û 611 hezar û 24 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.
Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar 296 hezar û 746 kes e.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 293 hezar û 134an û hejmara kesên pêketî jî derket 4 milyon û 357 hezar û 357 kesan.(ÎLKHA)