Li Diyarbekirê dê qedexeya derketina derve neyê sepandin
Walîyê Diyarbekirkê Hasan Basrî Guzeloglu destnîşan kir ew ê ew qedexeya derketina derve ya ku dê di 16-17-18 û 19ê Gulanê bê sepandin li Diyarbekirê neyê sepandin.
![Li Diyarbekirê dê qedexeya derketina derve neyê sepandin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/fwfJbjPFB7RbNwxEh00fZ110Rf0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/20/20/li-diyarbekire-de-qedexeya-derketina-derve-neye-sepandin-7696b7fe.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Guzeloglu derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.
Walî Guzeloglu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “ Ew qedexeya derketina derve ya ku ji teref Birêz Serokomarê ve ji bo 4 rojan hat îlankirin ji bo Diyarbekirê nederbasdar e.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan doh piştî civîna lijneya wezîran re destnîşan kiribû : “Ew ê di 16-17-18-19ê Gûlanê de ji bo 4 rojan qedexeya derketina derve bê îlankirin. Têketin û derketina bajarên Edenê, Diyarbekir, Mêrdîn, Trabzon, Ordu, Denîzlî, Mereş, Riha û Tekîrdagê hat rakirin.”(ÎLKHA)